a photo of Birader

Birader

Dilê Min Bûye Helebçe

Dilêmin bûye Helebçe Helebçe xwîn digirî Ês û nalîn Hawar û qêrîn Wek serê Nazî Wek Hîrosîma Dilêmin bûye Helebçe Helebçe xwîn digirî Ax vaye ez digirîm Brîndarin Can sewitîn Las nepixîn Gost xerabû Hilm genîbû Sitar nemaye li ser xuskamin Canê vesirtî xuyabû Serm neke xuskê Diya serm naki Biskên res wesîyan Bexçê gula wêranin Sêvên xelatî xerabûne Sîr nayê ji sêvan Sêv xwîn dirêjin Xwîn têt ji lêvan Zarok sehîdin li ser sînga dayîkamin Xwîn têt ji lêvan xwîn têt ji devên zarokan Gulgulîbûye xwîn Li binya çenê Jar û agir barandin Ês û elem Sîn û girî Gul û nêrgiz wesandin Hawaye gul çilmisîn Xwîn herikî binya çenê Hê dikenin çavên res Çen û poz, devên biçûk, wecê şêrîn

Bêjebêje © 2015-2024