Birader
Diyarbekir
Bajarê Diyarbekir çi bajarkî mezine
Bi sedan, hezaran însan lê disekine
Di dîroka Kurdîstan?da qinca wî pir mezine
Paytextê kevnare îro dijmin girtine
Sê dar û dar vekirin zilmdarî li me girtine
Bajarê Diyarbekir çi bajarkî mezine mezine
Bajarê Diyarbekir çi bajarkî girane
Gelek car ser bixwebû îro li bin destane
Serê gelek mêra û merxasa lê wendane
Em bê kerekolin, mahkeme û zindanin
Li bine zindana nali nala însana
Li bine zindana nali nala însana
Bi êşin bi kulin nexweşin brindarin
Birçîne tazîne bi qerîn û bi hawarin
Bi sirin bi mudin bi xorta hêvîdarin
Azadî serfirazî ji bona wan dermanin
Wek şêrin çi jinin çi mêrin ji bona kurdan fedanin
Bajarê Diyarbekir çi bajarkî yemane