a photo of Birader

Birader

Duayê

Tu yî evîna li bin keviran Tu yî di dil de êşekî giran Tu yî brîndara hezar keviran Duayê duayê derdê dilayê Duayê duayê şîna malayê Duayê.. Tu yî şêrîna li ber hemî dilan Tu yî delalîka dayik û bavan Tu yî kulîlka 17 e biharan Duayê duayê derdê dilayê Duayê duayê rewşa malayê Duayê.. Çirayên xwe tefandin hemî bajaran Alayên xwe daxistin nêvî hemî welatan û ketin sekna şermê serî tewandin Duayê duayê şerma mêrayê Duayê duayê serma xortayê Duayê Çavên xwe girtin stêrkên ezmana Ketin hizna duayê birîna dilan Tu yî brîndara 17 e xenceran Duayê duayê derdê dilayê Duayê duayê şîna malayê Duayê..

Bêjebêje © 2015-2024