a photo of Birader

Birader

Ez Feqîrê Awirên Te Me

Ez feqîr û dergevanê awirên, wan çavên te me Di tarî de xilmaşim,li hêviya ronahîya te me Min ne denge û min ne heste,nobedarê ala te me Min dil li ser deste,ez qurban û serbirê cejna te me Derwêş im digerim te nabînim, rêwindayê warê te me Ez rêwî me li felekê digerim Siyabend bi Lahorim li Sîpanê te me Di pişta min re derbas bûye qelemê bindestiyê ez şoreşvanê te me Dermanê min ramûsanek ji azadiya te ye li hêviya Xeca xwe me Ji 72 fermanan diparêzim, xwendevanê beytên te me Li Meshafêreş digerim şagirt û bi evîna Avesta te me Di tarî de di bezê de westiyam, sofî me li ber dergehê te me Qibleya min tu yî ez feqî û qewalê Laleşa te me Bi Xanî re dixwînim, bi Cegerxwîn re diqîrim cengawerê doza te me Bi Feqîrê bi figanim bi Cizirî re evîndar û dildarê dilbera te me Li ser xaka xwe penaber im, rengê Barzanî heyran û pêşmergê te me Pênc hezar car dimirim di dergûşa xwe de li gel şehîdê Helepçeya te me Û tu awirekî nade min ji germahîya dilê xwe ez mecburê te me Tînek bide min ji awirên xwe ez qefiliyê berfa Serheda te me Li xeribiyê bê per û bask im birîndar û penaberê doza te me Maçek bide min ji dev û lêvan ez birçî û parsekê evîna te me Sal: 2007

Bêjebêje © 2015-2024