a photo of Birader

Birader

Ez şehîdekî bênav im

Ez şehîdekî bênav im Tirba min ne xuya yî Şevek teqîn û nalîn Stêrka min rijîya yî Ez şehîdekî bênav im Tirba min ne xuya yî Şevek teqîn û nalîn Stêrka min rijîya yî Belkî li serê çîyakî Belkî li ser zinarekî Li ser dareke qizwanî Min navê xwe kola yî Belkî li serê çîyakî Belkî li ser zinarekî Li ser dareke qizwanî Min navê xwe kola yî Mirina bi mêranî Xweştir e ji bindestayî Ez şehîdekî bênav im Hûn warên min nizanin Li bajarê Cizîrê Li qiraxa wê avê Ez şehîdekî bênav im Hûn warên min nizanin Li bajarê Cizîrê Li qiraxa wê avê Hey hey, hey Carna li sûka li ciyê min Ku agir dabûn navê Li bajarê Amedê Li binê dara çinarê Carna li sûka li ciyê min Ku agir dabûn navê Li bajarê Amedê Li binê dara çinarê Sîh û sê sipîndarim Carna li gola Wan ê Ez şehîdekî bênav im Ez im termê wunda yî Ez im li çemê qesaban Dil û gurçik firya yî Ez şehîdekî bênav im Ez im termê wunda yî Ez im li çemê qesaban Dil û gurçik firya yî Li bajarê Amedê Agir li xwe pêça yî Ez im çîyayê Agirî Li gel namlûyên çirya yî Li bajarê Amedê Agir li xwe pêça yî Ez im berîya Mêrdînê Xezala çav rija yî Ez im Sîpanê Xelatê Xecê li ser girya yî Ez şehîdekîî bênav im Hûn warên min nizanin Li bajarê Helebçe Zarokê li ser desta me Ez şehîdekî bênav im Hûn warên min nizanin Li bajarê Helebçe Zarokê li ser desta me Hi Hi, Hi Li bajarê Mehabad Şehîdê Çarçira mi Li bajarê Amûdê Li nav agirê sînema me Li bajarê Mehabad Şehîdê Çarçira mi Li bajarê Amûdê Li nav agirê sînema me Li welatê xerîbîyê Birader im ez, ez, ez Birader im ez

Bêjebêje © 2015-2024