a photo of Birader

Birader

Ez şehîdek bê navim Tirba min ne xuyaye Şevek teqîn û nalîn Stêrka min rijîyaye [x2] Belkî li serê çîyakî Belkî li ser zinarekî Li ser darekî qizwanî Min navê xwe kolayî [x2] Mirina bi mêranî Xweştir e ji bindestayî [x2] Ez şehîdek bê navim Hûn warên min nizanin Li bajarê Cizîrê li qiraxa wê avê [x2] Hey hey Carna li sûka li ciyê min ku agir dabûn navê Li bajarê Amedê li binê dara çinarê [x2] Sîh û sê sipîndarim carna li Gola Wan ê [x2] Ez şehîdek bênavim Ezim termê wundayî Ezim çemê qesaba Dil û gurçik firyayî [x2] Li bajarê Amedê agir li xwe pêçayî Ezim çîyayê Agirî gel namluyên çiryayî Li bajarê Amedê agir li xwe pêçayî Ezim derya Mêrdînê xezal a çav rijayî Ezim Sîpanê Xelatê Xecê li ser giryayî Ezim Sîpanê Xelatê Xecê li ser giryayî Ez şehîdek bê navim Hûn warên min nizanin Li bajarê Helebçe Zarokê li ser desta me [x2] Hi Hi, Hi Li bajarê Mehabad Şehîdê Çarçira mi Li bajarê Amûdê Nav agirê sînema me [x2] Li welatê xerîbiyê Braderim ez [x2]

Bêjebêje © 2015-2020