a photo of Birader

Birader

Helbestên Min Stran

Helbestên min Di quntara çiyande melhemên devê birîna ne Helbestên min Di bê dengîya nevalan da şahidê bûyerane Helbestên min Di kolanên terî û kûrde li pey failên meçhûlin Helbestên min Di diwarên gundê kavil û werande veşartîne... û li wan digerim birîndarim û ez li peywanim evîndarim Helbestên min Di kildanê dayikamin de neqişandine Helbestên min Di awirê xuşkamin de kildayine Helbestên min Di henûnîya paşila dayikande şîrdayine Helbestên min Di nava cotê zermemikên tede veşartîne.. û li wan digerim birîndarim û ez li peywanim evîndarim Sal: 2002

Bêjebêje © 2015-2024