a photo of Birader

Birader

Hestên Min

Hestên min ne azad in işev Ez nikarim wan bigihînim ser têlên tembûra dilê xwe Ez li vir im û dilê min li welatê min maye Hestên min li tixûbên welatan radiwestin Rê dûr e û diwestin Li ezmanê welatên sar dicemidin Dihelin û disa dicemidin Sar dibin û germ dibin Dikelin û sar dibin û diweşin bi ser sînga min de Mina kulîyên berfê diweşin û dihelin Helak diçin.. Sal: 2006

Bêjebêje © 2015-2024