Birader
Kalê li meyxanê
Li meyxanê kalek min dî
Serxoş û mest û hejhijî
Li meyxanê kalek min dî
Serxoş û mest û hejhijî
Dev û zar, ken, ji bîr kirne
Tenê ji xema re dijî
Dev û zar, ken, ji bîr kirne
Tenê ji xema re dijî
Can ji ser lêvan nayê xwar
Meyger tîne û ew dinoşe
Can ji ser lêvan nayê xwar
Meyger tîne û ew dinoşe
Gazî dike bi dilkî hejar:
Meya te kulan nakuje
Gazî dike bi dilkî hejar:
Meya te kulan nakuje
Bese kalo, bese kalo!
Êdî bese, ev çi halo?
Bese kalo, bese kalo!
Êdî bese, ev çi halo?
Peyal hatin, pirr li dû hev
Heta kalo bû dîn û lal
Peyal hatin, pirr li dû hev
Heta kalo bû dîn û lal
Li me bû sibe, derbas bû şev
Bi nazî go: wer bib heval.
Li me bû sibe, derbas bû şev
Bi nazî go: wer bib heval.
Ez çûme cem, min go: heyran
Carekê tu nav berbidî
Şerbeta sipî bê kêr e
Û derda rehet naki bixwedê
Şerbeta sipî bê kêr e
Û derda rehet naki bixwedê
Bese kalo, bese kalo!
Êdî bese, ev çi halo?
Bese kalo, bese kalo!
Êdî bese, ev çi halo?
Gote min: "Rast" û mey vexwar
Rondik rijand û girîya!
Gote min: "Rast" û mey vexwar
Rondik rijand û girîya!
"Belê çi bikim? çerxa felek,
Dewran çep li min gerîya
Belê çi bikim? çerxa felek,
Dewran çep li min gerîya
Wê ji banê birca belek
Avêtim ez navçê kêran
Zêr û zever li xwe par kir
Bûm evdalê camî û dêran!
Zêr û zever li xwe par kir
Bûm evdalê camî û dêran!
Bese kalo, bese kalo!
Êdî bese, ev çi halo?
Bese kalo, bese kalo!
Êdî bese, ev çi halo?
Bese kalo, bese kalo!
Êdî bese, ev çi halo?
Bese kalo, bese kalo!
Êdî bese, ev çi halo?