a photo of Birader

Birader

Kezîzer

Kezîzerê kezîzer Gûla memkê gilover Mîna sêvê xelatê Serî sor û binî zer mîna berfa zinarê sîha dare tim li ser wek penêrê biharê min givaşt û av ji diher li govendê derkev der lê te di ramusim dîsa her  kezîzerê hesretî dinya mala şiwistî dinya mala şiwistî ma daweta pine wisti dilê xorta hejîya nava kala perestî dilê xorta hejîya nava kala perestî ha ha Kezîzerê te wendî Sîh doşek û balîf tendî Gewrê gozê bilindî Kevoka nava gûndî Te di ramusim tû rindî Qam kinê poz bilindî Destê xwe bi destê min de Hevra em herin govendê kezîzerê hesretî (Dîsgotin) tew tew tew Kezîzerê me çar in Her çar jî kûm û şar in Kezîzer ser bi şar in Her çar jî bi dost û yar in Sela âlâ Mihemmed Hilma memka em xwar in kezîzerê hesretî (Dîsgotin) ha ha Kezîzerê me şeş in Her şeş jî bi şarê reş in Hêdî hêdî dimeşin Çav belek in çav reş in Sela âlâ mihemmed Hilma memka çi xweş in. kezîzerê hesretî (Dîsgotin) ha ha Kezîzerêm sisê ne Her sê jî nava xûrsê ne Diwanzdeh gûndê xûrsê ne Her gûndek gulek lê ne Şûkir ji ter xwedê yû Hemî li ser Qers'ê ne kezîzerê hesretî (Dîsgotin) ha ha Kezîzera min yek ê Çav reş û çav belek ê Kela jorê bi der tê Hela were kêlek ê Ramusenek bide min lê Zalimê ma gelek ê. kezîzerê hesretî (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024