a photo of Birader

Birader

Kinê

Lê lê kinê ezê bi zozanê bavê te ketim bi sewite wa bi kerenge Kirasê li bejn û bala te ye min anîbû lê wa heft renge Lê lê kinê tê ramûsanekî ji xan û banê gerdenê Ji deqa lêvê ji boxazî qirikê ji xwêdana cenê Bi ser dev û lêvê min de berde E li te zûye li min derenge kin a min kinê... Lê lê kinê ezê bi zozanê bavê te ketim van qulingan li me xulxuland Lê lê kinê bihara me xwes bihare bi gul û sosin û cîmenan va xwe xemiland Lê lê kinê xwezî bi wan dema wan wexta wan caxa wan seyrana tu ya min bû Simbêlên minî resî narincî xwe li ser rûkê te herbiland kina min kinê... Lê lê kinê ezê bi zozanê bavê te ketim lê wa bilinde Zozan sîpane berf û barane mij û morane Lê li germiyana bajar û gunde Sala par van caxa tu ya min bû Sala îsal tu ketîye destê sindokî mêran xerabî gunde kina min kinê... Gotin û Muzîk: Gelêrî Çavkanî: Sulo Reşê

Bêjebêje © 2015-2024