a photo of Birader

Birader

Lorke

W'ez çûm mala xalê Alî Xatûnê lorik Li ber me danî dims û qelî Delalê lorik W'ez çûm mala xalê Alî Xatûnê lorik Li ber me danî dims û qelî Delalê lorik Min nexwar û dilêm xelî Xatûnê lorik Min nexwar û dilêm xelî Delalê lorik Lorke, Lorke, Lorke, Lorke Xatûnê lorke Kêrê bîne, penêr hur ke Xanimê Lorke W'ez çûm mala Alî zaza Xatûnê lorike Li ber me danî goştê qaza Delalê lorike W'ez çûm mala Alî zaza Xatûnê lorike Li ber me danî goştê qaza Delalê lorike Min nexwar û min ne raza Xatûnê lorike Min nexwar û min ne raza Delalê lorike Lorke, Lorke, Lorke, Lorke Xatûnê lorke Kêrê bîne penêr hur ke Xanimê Lorke Li mehela Alî paşa Xatûnê lorik Dengê defê gimbir gimbir Delalê lorik Li mehela Alî paşa Xatûnê lorik Dengê zirnê zimbir zimbir Delalê lorik Birader û tembura xwe Xatûnê lorik Bi hawar û qêrîn û gir Delalê lorik Birader û tembura xwe Xatûnê lorik Bi hawar û qêrîn û gir Delalê lorik Lorke, Lorke, Lorke, Lorke Keç xatûnê lorke Kêrê bîne penêr hur ke Xanimê Lorke Lorke, Lorke, Lorke, Lorke Keç xatûnê lorke Kêrê bîne penêr hur ke Xanimê Lorke

Bêjebêje © 2015-2024