a photo of Birader

Birader

Nalîna Emîna Kor

Nalina Emina Kor weke nalina dayika xwe qebûl kiribû di jiyana xwe de Gelek caran,xew lê herimî bû.Şev lê dirêj û bê dawî dibûn.Her çavên xwe di girttin,nalina Emina Kor mina zibeqê,ji orta herdû cênîkên wî,xwe bera nava guhê wî dida.şev lê reş dibû ,zîz dibû,sor dibû,spî dibû,bi nalina Emina Kor re.Li ber guhên wî nalîna Emina Kor.Mina nalina diya xwe,xuşka xwe,heskirîya xe qebûl kiribû.Nalina Emina Kor nalîna welatê wî bû...Welatê Kurdan.Kurdistan....... Şev hatibû nivê şevê Nalinek li çemê hejîran ,binya gundê Muzîka dihat.! Nalînek û inte intek!Heşi weşek dihat Nalinek ji çemê hjîran dihat Nivê .şevek havînê.Nalina Emina Kor weke surrek bayê rêş li newala govan belavdibû.Li tahta sor diket,di newalê derbasî nava gund dibû nalina Emina Kor.Tahta sor qelişîbû.Hêlîna Bilbil hedimîbû.Kewir û dar digirîyan li ber nalinê.Gundê Mûsika çirayên xwe vemirandibûn û ketibûn reşa Emina Kor.Ketibûn hizna nalina wê.Ji hiznê pêve tiştek ji wan nedihat -Xwedê zilma qomando biser kevir û dara de neyne lawo.Zalimin lawo zalim.Ew Akif çawişê çav gawir,îman pêre tuneye lawo.Bi qandi zalime ewqas ji bê namûse....Diya wî,bi dizika jêre digot Ewî fêmkiribû kû Emina Kor ji ber tecawuza eskerê qomando di naliya.Ketibûn dorê namusiza,îmansiza.Tovên roma tirrek û bextresh.Jendirme.Jendirmeyên bê nan û xwê.Nan û xuya wan liser conga wane.Jendermeyên qûn bi cillik.Jendermeyên spikûj.! Eminê xuşka M.Aliyê Hisên bû.Emrê wê di ser 25 an rebû.Lê ji ber koranîya xwe di malde mabû.Hê qîzbû.Çavek ji binî de tunebû:yek jî mina qulika derzîyê ronî bi ber diket Ewê rojê M.Eli yê Kor û şivanên mala Qero li ser delêv li hev dû xistibûn.şivanên gundîyan ketibûn navbênê ji hev qetan dibûn.Danê êvarê M.Elî rahiştibû tivinga xwe çûbû pişta mala,û çend tiving bera mala Qero dabûn.Lê fîşekkek çûbû li jinikek merva wî ketibû.Jinik ji hêta xwe birîndar bûbû.Esker ji ber vê yekeê girtibû ser gûnd,lê M.Eliyê kor revîya bû.Esker jî xuşka wî biribû binya mala, çemê hejîra,û nalîna Emina Kor bû Tecrûbeyên fermandar ê eskeran di vî warî de gelekbûn.Fermandar Akif Çawîş gelek navdarbû di heremê de bi zalimî û pûşteya xwe Carekê girtibû ser gundê Axrez.Mahkumê wan gelekî meşûrbûn.Ne di hatin zeftê.Lê gava Akif Çawîş girte ser gundê Axrez,jinên mahkuman ani nava gund topkirin.Bi lingê bebekên wan girtin û serberjêr daliqandin.Bebekên şeş mehî,yek salî ,du salî.Jinikên bi hemle işkencekirin.şilfe tazî kirin.Bi wî awayî gelek mahkum û firarên gundê Axrez hatin xwe teselim kiribûn.Gelek buyerên wanî li herêmê di qewimîn.Van mahkûm û firarên bi nav û deng,kû tucarî ne di tirsîyan,gava zar û zêç dikete holê ,pertavên mêranîyê di şikestin û yeko yeko teslimi Akif Çawîş di bûn.Ji xwe mêranîya wan çibû? Li hember kê bû?Mêranîya wan xwe bi xwe bû.Mina mêranîya M.Eliyê Kor.Bi tifinga bera mala Qero dabû.Lê niha xuşka wî di nava lepê dijmin de bû.û ew revîya bû.Mêr ne wisane.Mêr ewbûn kû dijminê xwe nasbikira,û li hemberê wî li ber xwe bida.Namusa xwe xelaskira Nali nala Emina Kor newala govan tije dikir.şev zîz dibû.Tahta sor di çirîya,hêlina bilbil xera dibû.Berqefa nexşikê,qulika pembo,Kunniserê,Tingê,Teyranê û govên newala govan tev di hedimiîn,ji ber nalina Emina Kor.Ketibûn dorê!.Bê esla,namûsiz û soysiza!Gova ketî piştî bi sedan sala careke din diket.Di hedimî.Vê carê ne bav û kalên wî di binde mabû.Dengê wî ,Qîrina wî,mêrxasîya wî di bin diwarên govan de mabû.Fetisîbû.Deng ji kesî nedihat.Mêranî dibin kevir û kuçên govên hedimî de mabû.Dengê Emina Kor ji Tahtasor vedigerîya di Hêlîna Bilbil re vedigerîya ,li nava gund mal bi mal di gerîya.Li alikarîkê,li piştekê di gerîya.Lê deng û his tinebû.Tahtasor zuda qelişîbû.Helîna Bilbil zûde hedimîbû ji bê xwedîtî.. Şev zîz bûbû.Stêrikan bê deng û mat mabûn.Heyv ji şerma ewrekî nerm mina pacekî dabû ber wecê xwe û li insanên newala gova temaşe dikir.Işev insan ciqas hovbûbûn.Ciqas zalim bûbun.Ciqas bê deng bû bûn,li ber nalîna Emîna Kor Hertişt dibin potinan de fetisî bû îşev Qadê Shêxê Cebo xwe li miriti danibû.Ji ber iskenca eskeran li cemê hejiran.Te dogot qey ne iro ev saleke wi ye kû miriye.Berê bi derziyan li binê lingê wi dan.Cixare pêve danin.Le Qadê xwe qet tevne dilivand.Vê taliyê Qadê ji gundiyan re digot -Yaw ger min xwe li miritî dananiya wê ez bi kushtama wê shevê Derzi,cixare....eybe cwamêr.Ma ez deng dikim.Te di got qey ev saleke ez mirime.Lê hun bawer bikin gava Sêxê Evdo yasin li ser min di xwend di wi halide ma kennek ketubu singamin.Ji bona ku ez nekennim min zimanê xwe percekir Bi chend gavan ji Emina Kor wirde jendirman iskence li xortan dikirin.Ji bona ku chekên xwe bidin dest.armanc ne chekbun.Iskencebu.armanc chav tirsan din bu.Zulum bu Sêxê Evdo ji mal birin ku li ser Qadê yasina bixwine.Akif chawis belki di wirde muslumantiya xwe di xwest bide nisandan.Ma Kemal ne bi muslumanetiye bav û kalên me li dora xwe dane hev.Ji aliyeki turki rizgar kir,ji aliyê din de Kurdistan bindest kir.Bav û kalên wan hergavê wisa kirine.Xelk bi din xapandine.Iro li chemê hejiran Li ber nalina Eminakor din ketibu dewrê careke din.Yasin dihatin xwendin liser Qadê Sêxê Cebo..Dengê yasina.Dengê Shêxê Evdo li dengê emina kor dihatê pêchandin û li tahta sor diket.Di hêla hêlina bilbilre xûzî chemê hejiran dibu û dihat deri bi derî digeriya.Alikari di xwest.Shev ziz û herder kerr û lal bûbu Zarokê bi chûk bi pistê pista dayikan di hatin xilmash kirin -hiiiiiiiiiish!Esker -hiiiiiiiiiiish!Qomando! Dinya bê deng û herder lal bû.Heyv sekini û ji sherma ewreki nerm dabû ber wecê xwe.tariyek tenik dabu ser newala govan Lê heviyek di meshiya bi dizi.Di psita malanre derbasi aliyê zaxorê bu bi dizi.Di nava rezo nano re xwe gihan de nava rezê Sênex Bê deng mina reshkê shevê di meshiya.Ruhê wi di serê pozê wi debu.Kefen xistibu bin chengê xwe.Di dilê xwede ji diya xwe ,ji gund xatir xwestibu.Di karibu işev bihata kushtin ji.armanca wi ne kushtuna esker bu.Armanca wi beje vaye ez heme.Lê hun nizanin ez kime.Lê ez heme.U ez gaziya Emina korim.Ez vêya ji were nahêlim.Iro ew sibe ki dizane xushka ki jime,dayika me,jina me Rezê senex ji derbaskir.xwe gihande pista hêlina bilbil.Pista esker li wi bu.Ji xwe xuya ne di kir kesek.Lê xmindi kir.Ceme hejiran weka kefa destê xwe di zanibu.gerek ew esker işev bireviya na.Gereke ev kêfa ji wan re nema na.Boxaza mezelan vekiri hist.Ji bo esker bi shunda vegere.Di psit kevirekide runist.Behna xwe veda.Berê xwe da gund.Herkes di tariye debau.Li tex ma mala xwe mezekir.Ew ji taribu.Dilê wi cu cixaraki.Lê -chênabe ji xwere got Xortekei cheleng bû.Mina deqekî bi gullebû ji qewla bavê wi ve Tivingek Ecemi pêrabu.Nu kete bira wi.Ku wê dengê tifinga wi wî bide dest.Capili du deng di teqiyan.Wê herkesi zaniba ew tiving ya wi ye.Ya wi tene Ecemi bu.Ecemiya kin.ê careke biryara xwe dabu U di zanibu gundi navê wi nadin.Berê tivinga we da nava eskeran texmini.U yek,dudi,sissê....qupîn û xushin bi newalê ket Deng ji emina kor qut bu.idi dengêskeran dihat.Anam.anam.kach.oldum.komutanimmmmm Ewan ji berdida.şev bubu mina tu xwê bavêje agir Wê shevê kesek ranaza.Esker tev bi shunda reviya bu Tahta sor cebiri bu.Hêlina bilbil xwe nû dikir.Govên keti û hedimi ji nuv de dihatin avakirin.Tivinga Acemi ya kin ji niuvde dihate paqijkirin ji barûde.U dikete zuleya xwe.Gelek caran esker dihate nava gund ji bona mahkum û firaran.Dê bavê wan di anin mala mixtar.Zarokên wan ji wan di xwestin.Rica dikirin.Digotin em brayê hevin.Ji zarokên xwre bejin bila werin teslim i adalete bivin Dê bavan bi tirki nizanibu.Swarê ecemiya kin carna tercume dikir ji komutanre.Lê dibine simbêlanre dikeniya û siret li dê û bavê mahkuman dikirin.Hun tisteki nebejin ha.Baweri bi van nabe Vana tirs nediyana ewqas insani nedibun.dem ne ya bere ye.Neyên xapandin ...û di ziviri ser komutan digot efendim dibejin Gul û kulilk li newala govan vebune.dem bihare.Biharek xweshe.behan xwezaye tevli bêhna azadiye dibe.Bayek ji bashur tê li bakur dixe.Bayê azadiyê serfiraziye ye.dem bihare.Agirê NEWROZE hare. Bi kech û xortan em dilanê bi gerinin,siretên bav û kalan bi cih binin

Bêjebêje © 2015-2022