a photo of Birader

Birader

Pêk

Ez dilbirîndarê jînê hêsîrê destê evînê wah gelî dost û hevalan çawa derman kim birînê birîna min bêderman e derdê dilê min pir giran e tenê çare bo derdê min her mey û pêk û meyxan e têke meyger meyê têke maseya min tu xweş çêke bila pêkan her tije bî îşev jiyan hemî pêk e bêderman ez çarereş im derdedar im wez nexweş im jiyan êdî bûye bela şev û roj mest û serxweş im bîne meyger meyê bîne dil tevde ah û nalîn e/dil hemî jan û birîn e dagire ez ê her vexwim belkî bo min şîfa bîne/belkî van derda biqedîne meyger were hawara min sîs bû êdî bihara min pêkan li pey hev dagire bê mey nabe hedara min jiyanê sewdaser kirim evînê dûrdûr ez birim êdî kal im porspî me ji derd û kovanan mirim têke meyger meyê têke maseya min tu xweş çêke bila pêkan her tije bî îşev jiyan hemî pêk e bêderman ez çarereş im bêhal im wez pir nexweş im jiyan li min bûye bela şev û roj mest û serxweş im bîne meyger meyê bîne hinavê min hemî xwîn e/dil tevde jan û birîn e dagire ez ê her vexwim belkî bo min şîfa bîne/belkî van derda biqedîne meyger mame bêhal bêmal jiyan ma wek xewnek betal her kes çûn man ez û şerab tenê pêka min ma heval mala min êdî meyxane ye jiyan hemî pêk û mey e pîr bûm xeman dagîr kirim êdî hêvîya min tune ye têke meyger meyê têke maseya min tu xweş çêke bila pêkan her tije bî îşev jiyan hemî pêk e bêderman ez çarereş im perîşan im wez nexweş im jiyan bela serê min e şev û roj mest û serxweş im bîne meyger meyê bîne dil û çav tijî girî ne/jîna min tev girî û şîn e dagire ez ê her vexwim belkî bo min şîfa bîne/belkî van derda biqedîne

Bêjebêje © 2015-2024