a photo of Birader

Birader

Rengvano

Rengvano firça xwe lê xe Di halê neyar yekê li erdê xe Kurdistan rizgar ke nîşanê lê xe Dilê me xweşke, deng bi duniyê xe Rengekî sore, rengekî keske Rengekî sipîye, zerî li ortê xe Lo lo rengvano firça xwe lê xe Di halê neyar yekê li erdê xe Lo lo rengvano firça xwe lê xe Di halê neyar yekê li erdê xe Kurdistan rizgar ke û nîşanê lê xe Kurdistan rizgar ke û nîşanê lê xe Dilê me geşke, deng bi duniyê xe Dilê me xweşke, deng bi duniyê xe Rengekî sore, rengekî keske Rengekî sipîye, zerî li ortê xe Rengekî sore, rengekî keske Rengekî sipîye, zerî li ortê xe Lo lo rengvano here Diyarbekir Boyaxê ron ke bi şîr û şekir Lo lo rengvano here Diyarbekir Boyaxê ron ke bi şîr û şekir Suretek çêke ji burcê mestir Suretek çêke ji burcê mestir Ger em bibînin, bi dilê me xweş tê Ger em bibînin, bi dilê me xweş tê Rengekî sore, rengekî keske Rengekî sipîye, zerî li ortê xe Rengekî sore, rengekî keske Rengekî sipîye, zerî li ortê xe Lo lo rengvano were Mêrdînê Hevalan bîne ji nuseybînê Lo lo rengvano were Mêrdînê Hevalan bîne ji nuseybînê Ji Qamişlokê ta bi Efrînê Ji çiyayê mazî ta bi Erbîlê Neqş û boyaxkin bi rengê evînê Neqş û boyaxkin bi rengê evînê Rengekî sore, rengekî keske Rengekî sipîye, zerî li ortê xe Rengekî sore, rengekî keske Rengekî sipîye, zerî li ortê xe Lo lo rengvano here Batmanê Boyaxê ron ke bi danê qetranê Lo lo rengvano here Batmanê Boyaxê ron ke bi danê qetranê Rojek li Mehabad, rojek li Wanê Rojek li Mehabad, rojek li Wanê Neqş û boyaxkin Agirî û Sîpanê Neqş û boyaxkin Agirî û Sîpanê Rengekî sore, rengekî keske Rengekî sipîye, zerî li ortê xe Rengekî sore, rengekî keske Rengekî sipîye, zerî li ortê xe

Bêjebêje © 2015-2024