a photo of Birader

Birader

Umir 16 Ye

Umir şanzde bû li dibistan e Yarek te hebû li kurdistan e Gulî dirêj in Dicle û Ferat Çaven reş û belek Cudi û Ararat Sînga we boz e çiyaye Sipan e Ezman çirandî li gola Wan e Gelek delal û gelek şîrîn e Bi hilm û bîhn e gula bihar e Kulên we pir in Dêrsim Agirî Amed dinale Cûdî digirî Wa li Helebçe wa li Qaladiza Can dişewite çav xwîn digirî Sînga we dest e wek mezrabotan Çiyayen mazî li ser bûne cota Xwezî azad ba yar serfiraz ba Li gel we bûma min kilam bigota Ev dûr û direêj sal derbas bûne Ji bo azad bin bûne qewmê çiyê Serên zozanan pir şehîd bûne Mîna Barzanî li xerîbiyê (Mîna Qasemlo li xerîbiyê) Sal: 1989

Bêjebêje © 2015-2024