a photo of Birader

Birader

Xortê 50 Salî

Riha te mina riha neriyeki xezala ye Kenna min te Guliyen te biser milen te de SHINGALINE Gotinen helbestan ji xwe dadiweshine Li ser helbesta di pashila te de xilmshkiri Bi baweshine Porre te yi direj Milkesa diya te ku ji shurta deve cheman cedikir tine bira min Disa kenna min te... Milkesa diya min ji,ji shurta deve chemanbu Hate bira min icar griye min te. Kume ku qoqe te yi zellut vedishere Kume che ye Merxasiya bi bira min tee... Bejna te ya kinnik Dile te yi mezin Mejiye teyi kuur Awiren te yi duur Ka deve te lo? Ma tu wan bejeyen xweshik bi kijan levan di hune? Kurbana wan simbela bûmo Di fikirim tu rebbe zilama ye Cinne saira ye Shexee helbeste Mamosteye gotina ye Le tu .. Helbestvane KURDA ye Gava ez li te di fikirim Dilemin dibe DILBIRIN Cegera min dibe cegerxwîn Mejiye min dibe Cizîrî Awiren min tibin tîrêj Loma giriye min tee... Bi hale te te Bi hale me te Giriye min bi hale min tee.. Ew hesreta dile te nehate cih U we neye cih Ger ne Husen bave te be Bave Azad Bush ji li pishta tebe Jiyana hunermendi nabe para te rebeno U we herdem qirika te bi qulbe û tucari tu ter naxwe U rojeke nebeje elhemdullillah U te herdem hejar û deyndare nemerdabe Heta tu beje ez sair û nivîskarim nivîskare Kurda... Hehehe de buxwe ha... nivîskariya erebî li ber te digeriya dino Weka hinekan teji dikaribu bi zimane serdesta ji xwere binivîsanda lo. Ma tuye niha wani buya? Ma we niha denge kevci û seniya ji helbesta te bihata Ma we behna sabune teketa nava helbesta te Ma we helbesta te ji dohne pizza û doner e bi lewitiya qirdooo? Tu rabu runush bi Kurdi got û bi Kurdi nivîsi Bi Kurdi kenniya Bi Kurdi giriya Bi Kurdi xeyidi Bi Kurdi hasht bu U bi Kurdi serxwesh ket U hemî jiyana xweya di dilde vesharti rijande ser rupela helbesta Kurdi. U tu hinaji di wan kolanan de hespa helbeste di bezine Sware penusa diljikesti Ma em ji edebiyate û nivîse û ji helbeste ci famdikin? Ma em fambikin ji Gelo em rûmeta wan dizanin? Ma em zanibin ji eme rûmeta te bizanibin? Me rûmeta kijan helbestvani,hunermendi girtiye Ku em ya te bigrin lo? Ev bu 50 sal ma te hina aqil negirtibe Ev bu penci sal ger tu hina li benda komkirin û li hevanina bejeyan be Ev 50 sale ger tu hina necare lekirina diwaren ji gotinan be Ev 50 sale ku tu hina di xewnen xwede qesr û qonaxan ji gotinen birîndar ava dike Ev 50 sale zikeki ter û 50 birci be.... e de tu zane Ma tu ji Cizîrî,ji Feqî,ji heriri,ji tîrêj û cegerxwîn cetire? Ma hemî ne di nava tunebune de mirin Ere mirin Mirin.. Le pisti mirin zindi bun Qun bi helaw bun Ahuuuuuuuuu Helaw tune niha tune kînga tu ji mir U ger kurda adet ne guhertibin Adeta miri hez û zindi kuj lo Ere Icar tuye we caxe zindi bive Qun bi helaw bive Seminar şev pirtûk Quncik Rojname malper hemî we di xizmeta teda bin rûmeta ku te 50 Sali nediye Helawa penci Sali we li ser ruhe te belavbikin We 50 teneke helaw 50 cewal şekir 50 sendoq biskuvit 50 helbest 50 nivîs 50 kamyon vir û derew li ser ruhe te belavbikin hinge ev adeten me yen zindi kuj û miri hez heye ma ez û tu nihaka bimirana ne cetirbu rahme?

Bêjebêje © 2015-2024