the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bro Omerî

Evîndar im

Ji derdê evîna yarê Perîşan im, min sed eman Ji beyanî ta êvarê Şaş û gêj û wek serseman Wek sersem û wek sewsî Digerim li çol û çî Goştê canê min helî Şiyan û qidûm jî neman Wek sersem û wek sewsiyan Digerim li çol û çiyan Goştê canê min heliya Şiyan û qidûm jî neman Ev arê taya evîn e Nefes li min diçikîne Min ne mecal, ne hekîm e Manendê êşa bêderman Evîndar im, ez ne dîn im Di eşqê de Mem û Zîn im Dil pare û bi birîn im Ji dil diçe pêt û dixan Evîndar im, ez ne dîn im Di eşqê de Mem û Zîn im Dil pare û bi birîn im Ji dil diçe pêt û dixan

Bêjebêje © 2015-2024