the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bro Omerî

Her Warek Bi Bilbilek

Xem nîn e, ew bilbil e Evîndarê sorgul e Bêper û bêperwaz e Dilê wî jî bi kul e Gula wî yeke sor e Sed dirî li derdor e Bo çi bijart gula han? Bidestxistin pir zor e Her warek bi bilbilek Her bilbilek bi gulek Her warek bi bilbilek Her bilbilek bi dilek Her çiqas sitemkaran Bi tundî û bi daran Çîm û perwaz şikandin Lê, gul neda neyaran Bilbilê hêla botan Îro li te zivistan Wê buhara te jî bê War dê bibe gulîstan Her warek bi bilbilek Her bilbilek bi gulek Her warek bi bilbilek Her bilbilek bi dilek Her warek bi bilbilek Her bilbilek bi gulek Her warek bi bilbilek Her bilbilek bi dilek

Bêjebêje © 2015-2024