the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bro Omerî

Konê Serxwebûnê

Derdê me kûr e hey Barê me giran Derdê me kûr e hey Barê me giran Me hildaye ser hey Sitû û milan Li her çar perça dengê me kurdan Gazî û hawar, axîn û fîxan Li her çar perça dengê me kurdan Gazî û hawar, axîn û fîxan Xweşmêrên gernas ketine cengê Xwînê dirijînin bi top û tifengê Şêrên gernas ketine cengê Xwînê dirijînin bi top û tifengê Berxwedan xweş e ji bo azadî Di nav gelan de bi şad û merdî Serê xwe rakim, bê şerm û fedî Serê xwe rakim, bê şerm û fedî Li cûdî û gabar Kobanî Ay ay ax Ahay li Şengalê Ay li her astengê Li ber xwe didin bi qîr û halan Li ber xwe didin bi qîr û halan Ji ser me diçe dîlî û talan Ji ser me diçe dîlî û talan Rabim bigerim Li vê gerdûnê Konekî vegrim Bi xwêdan, xûnê Konê azadî Yê serxwebûnê Da li bin bigrin Govend û dîlanê

Bêjebêje © 2015-2024