the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bro Omerî

Newroz

Tu Newroz î Xwedî doz î Her pîroz î Xwedî doz î Her pîroz î li Kurdistan Bi raman î, berxwedan î Tim jiyan î Bi raman î, berxwedan î Tim jiyan î Cejna Kurdan, cejna Kurdan Bûye sersal, anî birhan Jiyan da ta kujt zivistan Kujt zivistan Xak xemilî, qat û gulî Çol û gelî bû gulistan, bû gulistan Xak xemilî, qat û gulî Çol û gelî bû gulistan, bû gulistan Tim hêvî ye, aşitî ye, wekhevî ye Aşitî ye, wekhevî ye li nav însan Pir kevnar e, şahî b'ar, yadîgar e Pir kevnar e, şahî b'ar, yadîgar e Ji bapîran, ji bapîran Ala rakin, ser milan kin, û li ba kin Pîr û ciwan, pîr û ciwan Xak xemilî, qat û gulî Çol û gelî bû gulistan, bû gulistan Xak xemilî, qat û gulî Çol û gelî bû gulistan, bû gulistan

Bêjebêje © 2015-2024