the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bro Omerî

Rewşa Welêt

Di nava rûpê te dijîm Hevala min, tu çawayî? Kul û derdên xwe digirîm Delala min, tu çawayî? Hezar sal in li ser te ceng Hatin kujtin mêrxas, leheng Cejn û Newroz diçin bêdeng Sersala min, tu çawayî? Sersala min, tu çawayî? Şar û gund gişt wêran kirin Jiyan li me zindan kirin Der û hundir talan kirin Bermala min, tu çawayî? Wezê bi rojan Te bikim bûk Hene bikim dest û neynûk Bigerînim bi şar û sûk Bêmala min, tu çawayî? Bêmala min, tu çawayî?

Bêjebêje © 2015-2024