the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bro Omerî

Rojên Tarî

Mijê girt ser welatê min Ka heyv û ro? ka asîman? Mijê girt ser welatê min Ka heyv û ro? ka asîman? Ket ser şar û. Kelehên min Tîr têr naçe mijek giran Ket ser şar û. Kelehên min Tîr têr naçe mijek giran Ava sipî bi çavan de hat Rê û rêçik. Tev winda ne Ava sipî bi çavan de hat Rê û rêçik. Tev winda ne Li berya min Aso dûr e! Bergeha min Bûye leylan Li berya min Aso dûr e! Bergeha min Bûye leylan. Derdan heland Hinav û dil Diaxivin kul û birîn Derdan heland Hinav û dil Diaxivin kul û birîn Janê daye dilê bi kul Ji ber daxan dikim qîrîn Janê daye dilê bi kul Ji ber daxan dikim qîrîn Dikim hawar! Gazî dikim Li heval û li cîranan Dikim hawar! Gazî dikim Li heval û li cîranan Ji birînan nêm bicok in Ji çavên min çemên bi xwîn Ji birînan nêm bicok in Ji çavên min çemên bi xwîn

Bêjebêje © 2015-2024