the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bro Omerî

Yar Çû Gerê

Ordeka şaxa Cizîrê Dev li ken û awirtîrê Mijangxişt û ebrûkevan Heftê hûrî dikim qurban Biskên xelek, guliyên zer Lê reşandin misk û amber Mahîrûyê, bi xalên qer Çavên belek, burhên li ser Mahîrûyê, bi xalên qer Çavên belek, burhên li ser Kirim pîrê derd û keser Kirim pîrê derd û keser Li spîdê çû geşt û gerê Ne îro dê sib vegerê Li spîdê çû geşt û gerê Ne îro dê sib vegerê Ew dîlbera dil didaxê Çû nav bexçê gul û baxê Ew dîlbera dil didaxê Çû nav bexçê gul û baxê Li nav bax û li perê çem Wek her caran, wekî herdem Bi saz û ney dikir semah Olan dida wan û kemah Pêsîr, derzî, toq û benî Li ser sîngê pev dikenî Lê min nedît, wilo gotin Dil û cergê min disotin Lê min nedît, wilo gotin Dil û cergê min disotin

Bêjebêje © 2015-2024