the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Burhan Muftî

Legel Xem Bûme Hawdem

Legel xem bûme hawdem, dem be dem her şîne kirdarim neka bawer nekeyt, tuxwa bibîne reng û ruxsarim jiyanim wek nemane,bezm û şayîm şîwenî germe be dîmen aqil û jîrim, belam dêwane reftarim be corê derdî durît karî kirde benbenî cestem hemîşe mat û xemgîn û zelîl û dîl û bîmarim nexwazella le katêka le batî mujdeyî weslit welamekî fîraqit daye dest cestey birîndarim deba îtir tehemul kem nebunî nurî du çawit le rêgey şax û daxî dirk û dalî weslî dildarim Honrawey: Bêwey

Bêjebêje © 2015-2024