the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Cahîdê Dengbêj

Filîtê Quto

Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo Lo lo Filîto lo lawo rabe îro karvanî berxê min Karvanî êvar e lawo karvanê me bar kir bi royê re qet dananîn Kevanê Qîre kaniya mîrê Pira Batmanê vegeriya Xwe ser paşiyê danî Filîto lo lawo li dinyayê hewqas geriyam Tu çiqas xortekî ehmeqê nezanî Lawo bi çi aqilî tu hatiyî pêşiya vî karwanî Te serê bacê çi zû berda ser erwanî Cara vî carî gava tu ji ber devê Bazinbeleka Van egîtan û xweşmêran xilas bibî Lo lo Filîto lawo bila wê gavê dayîka te yê şemê bibêje berxê teze minê çoka xwe danî te aniye berxêêêê Hey loooo Lawo rabe dilê min dibêye sed carî dilê min dibêye Filîtê Quto go: şemê lê dayê Xwedê dizane karwanekî jor de hatî ajotî benda rê ye Ez rabim herime pêşiya vî karwanî jê bistînim bac û xeraca serê rê ye şemê lê dayê nizanim îro tu ji min re çi dibêjî dayêê şemê go: Filîto lawo Mekê ko heye mala Xwedê ye Ew karwanê hanê karwanê Emê Mamê Ginê ye Min ji berê de seh kiriye hetanî extermê xwe mêrê xwe nede kuştinê lawo malê xwe li xelkê belav nake nake bac û xeraca serê rê ye Filîtê Quto go: şemê lê dayê rabe ji boyî vê gotina teyê hanê ev bi sê telaqê fitûye ku jin diçe mala bavê ye ez rabim herime pêşiya vî karvanî jê bistînim Bazinbeleka milê wî ku navê wî bûkê ye lê lê dayê yan cinazê min li meydanê dikeve Yan ezê bistînim Bazinbeleka milê Emê ku navê wî bûkê ye berxêêê bê wêêêêîîî şemê go: Filîto lo lawo bes e ji êvar da min hêvî kir çiqas min bi te da hêvî kir min dî Filîtê min ê Quto rabû bazbend girê da hemayîl ji bîr kir berê xwe dabû Pozê Qîrê kevanê li Delana Paşo li Pira Batmanê Xwedê dizane qesta Emê Beranê kejê qemerê serbirêşî kir Filît çû pêşiya Emê go: Emê lawo Dilê min dibê ye sed carî dilê min dibê ye Lawo ez hatime pêşiya we ji we distînim Bac û xeraca serê rê ye Emê go: Filîto lawo Hestirekî ji qola dawiyê yekî ji qola ortê Yekî ji qola paşiyê bigire ji xwe re bike lawo bac û xeraca serê rê ye Ergê tu ji malê dinyayê feqîrî lawo Bajo bajara hevraz ji zariyê xwe re Bike xerc û mesrefa malê ye Filîtê Quto go: Emê lawo her sê hêstir ji xwe malê min in Çavê min li tivinga milê apê te ye Mamê ye Ku navê wî bûkê ye Emê go: Filîto lawo ji Xwedê bitirse kesî hê salixa me neda xelkê li dinyayê ji me standiye bac û xeraca serê rê ye Sibê lawo Bazinbeleka milê xwe bidime te daketime milê Reşkotiya xelk wê ji min re nebêje: ‘Kanî Bazinbeleka milê te?’ Lawo ezê çi bidim cewaba qîz û bûkên êlê ye berxêm Emê dibê: Filîto lawo go bila di destê min da dimîne ezê bibêm lawo karwanê me çû Serhedê min li wê derê apê xwe yê Mamê zewicandiye lawo min Bazinbelekê da ser qelenê diya Filîtê Quto bê ko navê wê şemê ye berxêêêêê bê wêêêê ax hey lo hey lo hey lo hey lo oo lo Filîto lo lawo pêşî da te qet nego karwanî le lawo kesî re ye Hey loooo Emê ji wê derê vegeriya cem apê xwe yê Elî Go apo dilê min dibê ye sed carî dilê min dibê ye apo sêwiyê şemê hatiye pêşiya me ji me distîne bac û xeraca serê rê ye min jê re pêşkêşa wî daniye meya Xeco hêstira navê wê Hedo ye Ewî ji min re gotiye çavê min li tivinga milê apê te Mamê ye Ku navê wî bûkê ye apo Ez hatime tu ji biraziyê xwe re çi dibêjî apo Elî dibê: de lo lo De lo lo de lo lo de lo lo Elî dibê: Emê lawo hêvî û gumana min heye ji Rebê Alemê belgî apê te yê kalê xêrê ji serê te nebîne Gava ko apê te yê kalê van xeberan û galegalan seh kiriye şeş sed û şêşt û şeş damarê mêraniyê ji nava pişta apê te rabûne fûrtê serê apê te rabûne mînanî şûjinan Lawo tu rabe lez ke bilezîne lawo xwe bi ser barê hêstira dawiyê bigîne Bazinbelekê bi tevî gule barûda ji apê xwe re bîne Eva ne tewelî çêkirina nava qîz û bûkên êlê nîne eva milhejandina li nava êlê nîne lawo ev li Kûrana Reşkotan lawo Xwedê dizane qey tu nizanî şerê Filîtê Qutoyê delûdîn e Rabe lawo lez ke bilezîne tu Bazinbelekê tevî gule barûdan ji apê xwe yê kalê re bîne Apê te yê kal nizanibû lawo li sonya emrê xwe de li Pozê Qîre Kevanê orta meydanê mêra bikuje lawo bike oxlemeye berxêêêêê bê wêêheêhe Ax hey lo hey lo hey lo hey lo Hey lo hey lo hey lo hey lo lo lo Filîto lo lawo te qet nego karwanî le lê lawo kesî re ye

Bêjebêje © 2015-2024