the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Cahîdê Dengbêj

Qezaya Bûlanixê

Wayê wayê wayê wayê wayê Ax bê wayê wayê wayê wayê ax Mecîd lawo bila dayika te ji te re kor be lawo li dinyayê Lê lê dayê rebenê rabe ezê bi kavilê Bûlanix û Mû?ê diketime birawo li me hatiye payiz e Bira Xwedê neyine serê xelqê dayê rebenê payiza rengîn e Keko welatê me Serhed e, berfa welatê Serhedê bi ser me de dipûtîne Mij û dûmana kavila Bûlanixê wisa bûye erd tije kiriye lawo Çavê mirov erdê nabîne ji mij û dûmanê Qebehetê ?ifêra tunîne ay Lo bira Mecîd rabû ji kavila Lîzê ji xewa ?êrîn e Go dayê rebenê êvarê Wele min serê xwe li ser balîfê danî lê Gelekî xewnên xirab min di xewna xwe de dîne dayê rebenê Min dît dîregê bînayên me ji binê dikeve lawo Bînayê me li ser dîregekî dimîne ay Lo lo bira tu bala xwe bidê qam û qidûmê min ?ikestî ne Sibê dora Erzeromê dora me ye Lo birayo dilê min û çûyîna kavila Erzeromê qet tûnîne Min dît telefon li ser telefonê didane Lîzê Digot lawo Mecîd lawo yolciyê te di xeracê de beklê te dike Li hêviya te sekinîne wayê wayê wayê wayê ax Lê lê wayê wayê wayê wayê ax Mecîd lawo bila her du çavên dayika te Ji te re kor be lawo li dinyayê Lo lo bira tu bala xwe bidê Serê sibê Mecîd xatir ji mala xwe dixwest Wele siwar bû li mîrata otobosê mîrata dîreksonê dihejîne Deh deqe ji saeta wî derbas dibe Li girî?a Bûlanixê sê caran li qornê dixîne Yana?mî?î xeracê dibû ?efîq ban kir go Mihemed Elî tu bike qêrîn e: Her çî yolciyê me yê ko diçin Erzeromê Bila lawo kesekî li erdê nemîne Lo lo bira tu bala xwe bidê Mecîd ji otobûsê peya bû dayê rebenê Lîsteya yolciyê xwe hiltîne Belgî Rebê Alemê tu bi kesî de neyîne Ew roj otobûs wisa tije ye çima cî da qet rê tûnîne Elbet Rebê Alemê ji wan re xirab tîne Mecîd peya bû dayê rebenê tu sêr bike Lîsteya yolciyê xwe hiltîne Ew bi tevî ?efîq û Fayîqo xatir ji hev dixwazin Hev du helal dikirin dayê dibû qûzîn û zarîn û girîn e Heyra bala xwe bidine min dî Li Petrola Hacî Teharê Licî Dayê rebenê mazota xwe hiltîne Lo lo bira siwar bû berê wî kete Erzeromê dilezîne Wayê wayê wayê bê wayê wayê wayê Mecîd bira lawo her du çavê dayika te kor bin lawo li dinyayê ax Hahîhî Lê lê dayê rebenê bala xwe bidê Ezê bi Bûlanîx û Melazgirê dikevim dayê rebenê li vî banî Ew otobûsa ko ji kavila Melazgirê derketiye Hecî Evdile lê siwar e »Teyrê Ecelê« li kêleka wî siwar bûye Bira ji kavila Melazgirê deranî Lo lo bira tu bala xwe bidê li Bakimeviya rasta Gêdûkê Her du otobûsa bi serî li hev du dikevin dayê rebenê Wele dengê van mîrata mîna dengê top û tivinga bira Ji xwe re deng deranî Lê lê dayê rebenê bala xwe bide Belgî Rebê Alemê tu bi kesî da neyinî Keko wele fîzan û zarîna ku?tî û birîndara ji er?ê zibil anîn Ew roj bira 24 ku?tî 34 birîndar ji her du otobûsan deranîn Min xwe xwar kirî binê otobûsa Heyra tu bala xwe bidê Lo lo bira belgî Rebê Alemê tu bi kesî da neynî Xwîna cinaza û ku?tiya ji binî diki?e lawo mîna çem û kanî Lo bira tu bala xwe bidê dotira rojê Emir derxistine sê cemse esker deranîn Serê sibê li Bûlanixê Sawcî û hakimê gelî Kopê bira tev hilanîn Lîste bi wan re ye min dî kimligê wana derxistin birawo Bi ser pêsîrê wan ve danîn Heyra wele serê sibê cinazan derxistine Li ser bûzê cemedê pê?iya berfê dayê rebenê danîne Lo lo bira tu bala xwe bidê Lîste bi wan re ye kimligê wana ji cêba wan derxistin Keko wele bi toplînê bi pêsîrê wan ve danîn Bi têlsiz û têlefonan didane ?ar û bajar û memleketan Her kes dihate lawo nexwe?ê xwe hilanî Lê lê dayê rebenê tu bala xwe bidê di sona olayê de Ez çûme tevna otobûsan sê hebê wê derê bê xwedî ne Lo birawo fîzan û zarîna wan li er?ê ezîm hiltîne Min got: Keko hûn ji ko ne? Du heban go: Bira em xelqê Doxûbazîdê Birano dibên em Celalî ne Yeka dinê min pirs kir min go: Keko tu ji ko yî? Go: Navê min Elî ye navê bavê min Hecî Emer e Mala me li Hemze?êxa Bûlanixê dimîne Wele pi?ta min bi du ciya ?ikestî ye Halê min ji berê de milê rastê tune ye Yek hebûya cewabekî bida dê û bavê min Bila min helal bikin Ez dimirim gunê dê û bavê min stûyê min nemîne Wayê wayê wayê wayê way wayê wayê Ax de wayê Mecîd lawo bira dayika te Ji te re kor be lawo li dinyayê

Bêjebêje © 2015-2024