a photo of Canê

Canê

Wezîrê Min

Ez digerim bi şev bi roj Yar tê bîra min Buye êş buye elem Kitiye canê min Dil buye hêjar û xemgîn Ketî bîra min Ax wezîrê min Dil buye hêjar û xemgîn Ketiî bîra min Ax wezîrê min Of, Ax wezîrê min Of, Ax evîna min [x2] Xerîbî zor, girane îro, ranabe Aşq û evîn, a welatêm, tenê be Şev û roj ez, ez dinalim Ey wezîrê min, ey evîna min Şev û roj ez, ez dinalim Ey wezîrê min, ey evîna min (Dîsgotin) Ax wezîr, serê min bi gorî Emir bi qurban De lo lo lawiko Wez nizanim tu çi mezhebî qurban De lo lo lawiko, eger tu yezîdî Ezê herim çiyayê Şingalê Xwe bavêjim dergahê Laleşê nûranî, şêx şemse De lo lo lawiko, eger tu Elewî yi qurban Ezê herim çiyayê Dersimê Xwe bavêjim dizgubava bi hawara Seîd Rîza De lo lo lawiko, eger tu Sûnî yi qurban Ezê herim çiyayê Agirî Xwe bavêjim dergahê Ahmedê Xanê Ezê herim çiyayê Amedê, Qerejdaxê Ezê herim xwe bavêjim şêxan û meşaiyxan Ezê herim ziyareta Şêx Seîd Efendîyê kabira, miradê, mirad xwaza bibe miradê min û awikê Amedê îro pê da De lo lo lawiko, eger mirazê me bimre di nîvê rê da, ji ava fesadê nav me da Wezê ricakê bikim ji xaliqê rebê alemê da Bela axa sar bîne herdu çava da De bela mirazê xayina bibîne li vê dinya reşa şermezeda De bela mirazê min û lawikê min di axa sar da bi hevdu ra aliqê rebê alemê da De wezê wesyetkê bikim li can û cesedê lawikê Amedê îro êda Bela merqeda min dayne di binê sûrê da Destekî gul dayne ber serî, bibe serdana keç û qîzê Kurdistanê îro pêda Amed şêrîne Kurdistan rengîne Warê evînê ji keç û buka re datîne Ax wezîrê min Ax evîna min Ax serokê min

Bêjebêje © 2015-2024