the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Casimê Şemo

Hey Lo

Oy oy li min, oy oy li min Oy oy li min, yabo li min, oy oy li min, nemînim dîno Oy oy li min li mino Beriya Meşkîna şewitî, oy dêranê, berhewa ye Pozê zinara Mêrdîna şewitî, oy dêranê, lê ber bi ba ye Wele cegerê mi risas e, dilkê min pola ye Herê kuro kêf û heneka bi mi ra meke Ay şewitî gundê me, nêzik e lo ji ber xuya ye Oy oy li min, of ji min, of of li min, yabo li min, oy oy li min, nemînim dîno Oy oy li min, rebeno, serê min dêşe, dilê min xemê da Ava qoce Diyarbekira şewitî radibe tê Cizîra Bota, ay diçe Mûsila şewitî, serejêr e Heger tê pirs û sewalê delêlê malê li wextê xerîbiyê ji min dikî Wextê serê lawikê min dêşê, bira here emrê min jê ra Oy oy li min, of of ji min, oy oy li min, yabo li min, oy oy li min nemînim dîno Lê can lê can lê canê lê, tew canê mi bi xulamê Canê hato ji wê da, mehrûmê hato ji wê da Canê hatiye ji wê da, mehrûmê hatiye ji wê da Paçê reşî bi serî da We dikim keçê ramûsim, ket mala wanê sihê da Lê can lê can lê canê lê, tew canê, min bi xulamê Caniya mine bi derg e We dikim canê ramîsim Teresê bavê wê tirk e We dikim canê ramîsim Qebraxê bavê wê tirke

Bêjebêje © 2015-2024