the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Cejno

Malwêranim

Min nezanî, wa çi deme li min pir bûn kul û xem e Min nezanî, wa çi deme li min pir bûn kul û xem e Bi dûr ketim, xerib ketim bîra gunde, xwe dikim ez Bi dûr ketim, xerib ketim bîra gunde, xwe dikim ez Malwêranim, Malwêranim welle dayê malwêranim Malwêranim, Malwêranim welle bavo malwêranim Weke dayîka lorik wunda kir Kezebê da kûr dinalim Weke dayîka lorik wunda kir Kezebê da kûr dinalim Navê ew roj, paşî rê ne Dayê halê min nebîne Navê ew roj, paşî rê ne Anê halê min nebîne Xewa şeva li min tu nîne Barê giran pişta min e Xewa şeva li min tu nîne Barê giran pişta min e Malwêranim, Malwêranim welle dayê malwêranim Malwêranim, Malwêranim welle bavo malwêranim Weke dayîka lorik wunda kir Kezebê da kûr dinalim Weke dayîka lorik wunda kir Kezebê da kûr dinalim

Bêjebêje © 2015-2024