the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Celal Biroj

Yar Derdê Te

Ez çi bikim tu ji bîr nabî Ji nav dilda tu ranabî Tu belaya serê min î Kuda herim tu ji bîr nabî Yar derdê te ax yar derdê te Çikas zor e ax yar derdê te Mirin xweştire ji derdê te şevên dirêj sibe nabin Rojên dirêj êvar nabin Tu zalim î tu xayîn î Tu bêbext î min nabînî Tu zalim î tu bêbext î Tu xayîn î dil kevirî Yar derdê te ax yar derdê te Çikas zor e ax yar derdê te Mirin xweştire ji derdê te

Bêjebêje © 2015-2024