the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Cemalê Îsko

Xezal

Were eman eman, gede yeman Were gede lawikê, çûye welatê xerîba, lo nizam çima Kesekê xudanê xêra lê tu nîn e Gede lawikê te welatê xerîba, lo bîne Minê sondekî xwariye ro qirarekî wiha pira be Wez ê nava qola zêra qoza zêr biqetînim, lo bidime wan Were eman eman lo gede yeman Were yeman yeman lo keçikê yeman Lê keçikê kurmalê, bira li te bimirin, lo cotê bira Were terqa ba te, lo anî bira Dinya alem hemû zanin, wê zewace, ax lo bira Lo malxirabo gede, were mala bavê min evdala Xwedê, lo bive mêvan Em ê qasekî têkevin henek leqirdiya lo xeberdanê Ergê dê bavê bûkê yekê me nîn e Malî gundîyê te bira cînarê wê cadêbe Wez ê kerbê dila bêjim, bêrî bû hate avê Were eman eman lo keçikê yeman Hey lê keçê kurmalê, bira li te bimire lo dost û xweyî Minê sondekî xwariye bira wa qirarekî wiha pêra be Heta nepakê birê te ortê be, wan giliya orta mi te va safî nabe Hey lo kuro tu çiqa lo bi naz î We gidîno, tu çira mi naxwazî Minê sondekî xwariye bira wa qirarekî wiha pêra be Ez ê sala îsal bibime bermaliya lo lawikê xwe me

Bêjebêje © 2015-2024