the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Cemalê Ûsiv

Kilamên Evînîyê

Ez î pir bengî me Xortê qeşengî me Şah û serbest im Eşq û bextewar im Dengbêjê yarê me Bengiyê narê me Ezî evîndar im Bi soz bi qirar im Hezîna min pir e Mîna lal û dur e Dilê min şimdan e Bona hemûyan e Şah û serbest im Eşq û bextewar im Dengbêjê yarê me Bengiyê narê me Bengîtî pir xweş e Beşer li me geş e Deng didime cihala Wekî gele sala Bengî evîndar bim Bi sond bi qirar bim Şah û serbest im Eşq û bextewar im Dengbêjê yarê me Bengiyê narê me

Bêjebêje © 2015-2024