the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Cemîl Horo

Law Bavo

Danhev û Lêkdan Mihemedê Cezawîr Hemkoçerê Efrîn Şiyê 1998 Ji dengbêj: CEMÎL HORO Erê min go law bavo law bavo law bavo law bavo Zalim bavo, bavo.. Ez di bîra xwedê me, bîra gola hişîn im Ji te bistîne taqeta kaba roniyêd her du çava Ê law zalim Tu xêre soza min nadê lawikê aşiqî, delxecî, peyayê ber masa Ez bi qurbano ewê bejin ziravo… Tu soza min didê mêrê pîsî, çirkînî, genî Erebê çolê, li bin xwe nabîne, ez bi qurbano Parîk hesîr û perçak kulavo… Tu li kuderê arikî kêsa û sergînê dibîne, tu guliyê mi rebena kîbar tînê bi ser vedidê navo… Ê law bavo law bavo law bavo Ez di bîra xwedê me Bîra gola hişîn im Heta çerxa felekê şên e Tu di mala xwe de nebînê Bûk û zavo… Ê lê anê eza nesax im Lê dayê eza nesax im Yadê eza nesax im… anê ... oy. Anê serê mi bi qurbanê eza nexweş im Ez vê derman im Ez çiqas geriyam li ser hekîm û doktoran, ser cerahan Serekê doktoran bi mi re got ez ne Luqman im.. Go, xwedê derdê te nedê dar û berê ça û çola.. Sibe bû ro çû ava di bin berbarê kerebê û mû’eyenê Ez pê nizanim.. Ê lê anê ji mine ez ne e’let im Oyî dayê ez ne wêran im… Heyfa şahad û dîploma di berîka doktor de Heyfa ûmrê li xerîb û xurbetê çirmîş bûye Ez ji doktor çêtir zanim… Ê lê anê hefkî dengê lawikê aşiqî delxecî dibîsim Kela dilê mi radibe di ber re Qîrîna dengizê, pêla behrê Di ser hev re diqulibe Yadê loma maka ez pê nikanim Ez di bîra xwedê me Wîn ji ber gunê mi ve qismetê kurm û kêzêd axê bin Ev neqla çarê ye ez dibêm bavo werin mi bidin lawikê aşiq Serdarê xorta peyê ber masa Mi medin mêrê pîsî genî Mi gunê ye ez ne liyaq wan im Erê bavê mi rebana kîbar dibê Ezkê bi camêriyê û însanetiyê çibkim Kî çar quruşa zêde midê dibe ez hevalê wan im, wî…wî… Ê ne mi go gelî birano xwedêkê ezkê di va rona de bimrim Wînê tirba mi di koka til kin Xwedêkê ezkê di va rona de bimrim Ez di bextê we de Wînê tirba mi di koka til kin Yacîkî tirba mi bi rihan kin, aman Yacîkî ji mi re bi gul kin.. Erê mi go heval û ehbabê mi tune ne li hêteka çayê kurmênc Werin tirba min bipên dijmin û neyarên pir in Tirsa min e ji wê tirsê Werin ji ber serê mi lawikê xelkê Gul û rihana hilkin Oyî …oyî …oyî oyî nemîn çav reşê Erê go aman e di bextê we de me, di bextê we de me di bextê we de me….oyî Dijmin û neyarên mi pir in Tirsa mi werin ber serê mi Gul û rihanan hilkin Wînê dilê mi ji qefesa sîngê mi biderxin Bi agirê dara bişewtînin.. Ji teqilê çavê reş û belek re, ji xelkê kîbar re di şîşa kil kin Aman e di bextê we de me ji wê kilê nedin tu keça û bûka Tevda bi nesîb û qismetê xelkê kîbarî fodil kin..oyî Erê serê mi bi qurbano tevda bi nesîb û qismetê Xelkê minî nazikî kîbarî fodil kin…oyî Belkî di dû mi re xelkê nazikî kîbar bimirê Wînê tirbê di kêleka mi de bikolin Tirba me her du aşiq û bîlmeza Ez di bextê we de me di hev re qulkin Destê min î çepê derbas cem xelikê kîbar kin Di mabêna kerês û dil kin… Wînê destê min î rastê bavên orleqa zûyê memika Di mabêna sîngê kalî û gewr û kefenê şil kin Oyî oyî oyî nemîn çav reşê… Ê ne mi go Zalimê dînê anê eza nexwaş im Lê dayê eza nesax im, yadê Ê lê anê eza nexawş im, yadê sox Nefesa paşin me ez pir helak im Tu deyaqa didê ber dilê mi rebenê Tu dibê ez ê te bikim bermaliya Lawikê delxecî, anê bi xwedê ez înan nakim Oyî oyî oyî oyî… nemînim lawiko Ê lê dayê serê mi rebena xelkê bi gurbanê yadê yadê… Bi mi re mebên em kê te bidin Kurê bega û paşa, e’hd û qirar bê Ez guh li we nakim oyî oyî Ji yataqa şêrê bi nîşan derbas bê Ez qula roviyan qebûl nakim Şûr û qelqanên mi tune ne Lê anê, bi kesî re herbê nakim Ez ê ji sibê û heta bi hêvarê bi ça û berbendên asê kevim Li serê qerm û qiracan bisekinim Hêstirên xwînê bibarînim Di ber re guliyê sor libakim oyî oyî oyî yoî.. ez bimirim lawiko Ê lê dayê ev neqla çarê ye anê ev neqla çarê ye, kûr bê… ez dibêm lawiko serê mi bi qurbano wer mi bibe ez fîdayê te me… li mi diftilê bi mi re dibê ez Kurd; pak im Dibê ji şerefa mi re pir ey’b e û qusûrek mezin e, yadê… Li ser erdê xwedê li bin çerxa felekê Ez pêl namûsa miletê kurda nanim, erzan nakim Anê madem lawikê aşiq hev mêra ye Dayê hev mêra ye Mila goştê pezê mê li mi heram û tobe bê yadê Li ser erdê xwedê ez mêra nakim Oyî oyî oyî oyî, oyî ez bimirim lawiko…

Bêjebêje © 2015-2024