the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Cemîl Horo

Memo û Zînê Hevdîtin

Min got nema dilî min li yan e, dilî min li yan e Nema dilî min li yan e, li yan e Kekê dilî min li yan e, li yan e Xwedê dinê mala her sê qîzikê pêriyan e Li xwe kirin baskê kewa, firiyan hilkişiyan qatê ezmênî heftane Şevan, li meqamê nîvê şevê xwe berdan ser bajarê Cizîra Botane Ketin devê qesra rengîn, birca belek, warê hûtane Dû meqamê dîlbera reben, Zîna Zêdane De wêl wêl, haho wêl Kekê, serî min bi qurbano Bal û zêna xwe danê, dîlbera rebenê ketê xewa şevane Ber sêri û linga dibê fire firê mûman û şemedanane Sivik ayetek xwandin, pifkirin ser ciyê dîlbera reben, Zîna Zêdane Zîn kirin wexma miriyan(e) Rakirin teve têxt û cih û livîn û mûm û şemadana avêt tabûta şahê pêriyne Bi(rin) derxistin ji bajarê Cizîrê firiyan hilkişîn qatê ezmênî heftane Anîn li bajarê Mixribê li qesra rengîn li birca belek li dayira giran li kêleka Memê kirin misafir û mêvane Wêl wêl, timo tim wêl wêl Min go kekê, serî min bi qurbano Bal û zêna xwe dan husn û cemala herdiyane (her du yan) Sivik ayetek xwendin, pifkirin ser ciyê mîrê meşxûl, Memê Alane Memê çavêt xwe vekirin ji xewa şevane Bal û zêna xwe dayê textekî zêrîn, bi sê niçika û çar linga li kêlekê bûye misafir û mêvane Li ser xew kirî êksikek xelkê, eyalek jinane Rabû û rûnişt li ser cih û livîna, kete fikir li şûn tikî girane Go eceb mim dî xewnek xwe yê şevane Bi min dikenê lenetula kur Şeytane Xwand "Qulhuallahu Qhad" ayetê "Kursî" serî dîna ser cotê balgiyane Li ser çavan re kişand mitêl û orxane Ji wextekê li şûnda dîsa serê xwe derxist bal û zêna xwe dayê Dibê fire firê mûman û şemedanane Peyabû ji ser textê zêrîn bi sê niçkan û çar lingane Hat sekinî li ber serê dilbera reben, Zîna Zêdane Orxan dîna ser çiftê memka, zar dîna ser gurmikê piyane Nîqab avêt hafê çiftê birîyane Bal û zêna xew dayê, eniya kol û gewr madenê zêran e Ez bi qurbano teqlê çavê reş û belek li qelem ji kila sibhanê kil dane Pozî têrînê xizêmek ji zêrê yatbaxê ji zincîr berdae ser xelekê lêvane Biskê birewa belabûye bi ser henarê rûya, di pela herîrê kurman e Qefer û merhebê guliyê mor ji dîmê şogir da heta topikê linga xwe bel dane De wêl wêl, haho wêl wêl Hayê felek neyar e, de wêl wêl Min go kekê, serî min bi qurbano Memê xwest ji dîlbera reben bibê *(zok ramûsane) Got: belkî cerba mi bi der dixê diya û pîr û bav û kal û her dû komkomê dapane Ji ni(nû) va vegerî ser textê zêrîn bi sê niçkan û çar linga ne Kekê serî min bi qurbano pirû(î) poşmane kete fikir li şûn tikî girane Ay de wêl wêl, wêl wêl Ay de wêl, ji sultanê Kurdan ra tim û tim wêl Min go kekê, serî min bi qurbano Xwedê dinê mala her sê qîzikê pêriyan e Bal û zêna xwe dane, dîlbera reben Zîna Zêdan çava ranakê ji xewa şevane Ketî wexma mirîyan e, sivik ayetek xwendin pifkir ser dîlbera reben Zîna Zêdane Zînê çavê xwe vekirin ji xewa şevane Bal û zênê xwe dayê, camêrekî li kêlekê bûye misafir û mîvane Rûniştî li ser textekî zêrîn bi sê niçka û çar lingane Li ber devê taqan û penceran hêlkun û fîrqata bayê xerbî li mera behra Himyane Li ber sêrî û linga dibê fire firê mûman û şemedanane De wêl wêl, haho wêl wêl Erê serî min bi qurbano Zînê go lo lo, lo lo Keko dilî min li yan e Serî min bi qurbano balê û zênê xwe didimê Taxmê te ne taximê çolik û çobana, taximê beg û wezîr û paşan e Ji sibê de heta bi êvarê rabûn û rûniştinê te ser çîçek û golê xaliyane Ti hatî îro li heramiya êksika li warê hûta li Zînê, li xwaka xwe bûyi misafir û mêvane Ê lo keko, serê min bi qurbano Oda mîr Ezdîna li derê ware Ji mêrî qehremanî wekî te ra eybek mezin e Ti padişah bê lê werî, li êksika bibî mêvane Erê go keko, serî min bi qurbano Xêrnexwazê bajarê Cizîrê pir in tirsa min e herin xeberê bidin Hesen, Çeko û Tacdîn her sê çêlîkê şêran e Xwedanê kela polêt, qesir û qonaxa Celaliyane Ê werin, serî min bi qurbano Laşî te hûr kin bavên nêvî sûkan û çarşiyane Va ji navî min ra pir eybek, qisûreke girane Li navberê xelkê di çol û dumê vê dîlbera reben Ekîd û camêra dawet dikê, masa qurmî dikê lêla heramiyê vê ra dikevê kêf û *zewqane Ay de wêl wêl, wêl wêl Erê min go kekê serî min bi qurbano A go ez pê zanim ji berê paşê de, tebîeta wewîl û xortane Hûn ji êvara xwedê de dadikevin devê kerxana û meyxanane Ka binê li ku derê te ureqi vexwarî, bi ku lawo *(vêîzane) Te şaş kirî rêwiyo laqê malane ti hatî li xwahînga bûyî misafir û mîvane Eger te şaşkirî rêwiyo, la ezê peyakî dijê te kim bila te teslîmkê li dê û bavane Oy de wêl wêl, wêl wêl Erê serî min bi qurbano Memê go ûçê dilî min li yan e Bi min re dibên çelengliyê meşxul, Memê Alane Xwarziyê Imer Begê xwedanê kela Mûş û şêxê Qureyşiyane Coqê har û dîn bawaw û tawiyane Birazê Imer Begê û Almas Begê *Sûxekar û Semselaleta Kurdan e Salê min ji çarda pê dikê panzdane Min xitim kirî Tewrat û Incîl û Zebûr û Qorane Ji te ra eybek û qusûrek mezin e tu li min dixînî şoran û durumane De wêl wêl, timo tim wêl wêl Wê lê, wê lê hayê de wêl wêl, wêl wêl

Bêjebêje © 2015-2024