the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Cemîlê Cefo

Were Lê Lê

Were lê lê, were lê lê Were lo lo, were lo lo Hey lo bavo, Xwêtê heyanî Xwêtê Bira keko Xwêtê heyanî Xwêtê Bira siyar û peyayê mala bavê mîn evdalê Xwedê siyar bûne Wê sibê şebekê dajo, ji xwe ra kêfa ra rê tên Were lê lê, were lo lo Kêfê ra dajo rê tên Kulê tê bikevî mala hekîm û doktorê welatê me da Wê dane kêr û dûzana pê diqelêşin birînê birîndarê mala bavê min Lê derdixin gulê mawîzerê Na wele, dibirin hestiyê çokê nermê hêtê Were lê lê, were lo lo Mêrxasê Hemê ye, efatî Temo ye, tê qurtîniya kurê jinebiyan e Tê hewtîniya siyarê Melekiyan e Tê dengê gulê mawîzerê Emeliyan e Wekî dikeve rojê oxirmê giran, yê me ra dikuje, talana vedigerîne Ew Ûsîvê Balo ye kilê çavê min rindê ye Were lê lê, were lo lo Were lê lê, were lo lo Heylo bavo serê min î dêşê Dilê minê wê bêjîbêj e Lo keko serê mîn î dêşê Dilê minê wê bêjîbêje Kilê çavê Têlî Eyşanê, erafê meydanê bi sê gula birîndar e Gelî birano, hergê bawer nakin erafê meydanê mêze kin Wê dîsa xwe da pêşiyê Were lê lê, were lo lo Mêrxasê Hemê ye, efatî Temo ye, tê qurtîniya kurê jinebiyan e Tê hewtîniya siyarê Melekiyan e Wekî dikeve rojê oxirmê giran, yê mêra dikuje, talana vedigerîne Ew Ûsîvê Balo ye kilê çavê min rindê ye Were lê lê, were lo lo

Bêjebêje © 2015-2024