Cemşîd Ezîzxanî
Ferhadî Bêstûn im
Le ber nazî çavbazan
xurd û xewim xwênaw e
Be tîrî tîrendazan
çî bikem cergim birrawe
Bijmkujî memnûn im
min aşiqî zebûn im
Ferhadî Bêstûn im
bo to cergim birrawe
Ey awêney dillberî
zarit gull zulfit zerî
Ba henasem netgirê
rûy xot bêne bem lawe
Hatim be boney xallit
tûşî dawî zulfit bûm
Teyrêkî nabelled bûm
nemzanî le naw daw im