a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Arîn Mîrkan

Li nav bayê Payîzê û mija welatê biyaniyan kenê te ez avêtim bihuşta Felekê Ew kenê te min dispêre tenêtiya şevên aram û bê tirs Ew kenê te bi kom sitêrkan re govendê digerîne Ew kenê te dîroka dijmina dihêrivîne Ew kenê te şadî û gernijîna zarokên deşta xemgîn şad dike Erê ew kenê te ramanên min ên der bi der bi ser hedve tîne Li ber çirûskên çavên te bûkên serbixêlî serî li ber te ditewînin Hestên beiyaniya min davêjin nava okyanusan û pêlên behrê bê ewlene min noqî binê avê dikin Li asoyên welatê min tu bûyî pîrozgeha keskesorê ya jinê cîhanê Li deşta qelişî nermahiya bayê pora te çem û kanî diherikandin Dengê gûleya te ya dawî li cîhanê deng veda Erê Arîna her kurdekî ew dilopên xwîna te li ser erda qelişî di Payîzê de Buhar kemiland Erê Arîna her kurdekî Erê Arîna her kurdekî Erê Arîna her kurdekî Gotin: Cano Şakir

Bêjebêje © 2015-2024