a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Ax û eman

ax û eman êş û derdê vê dinyayê çendî ez kuştim çendî ez kirime vê belayê çi dinyake pûç û vala ax eman, eman eman brîndar kirim ez pîr kirim vê zeriyê hişê min dibir gava ew çû wê bêriyê ne silavek ne dinêrî ax eman, eman eman evîndar im dîtina te ji min re keder e hêvîdar im dilê min tu bibî ji xwe re bêje were derman ji te re ax eman, eman eman Gotin: Dîlber Haco

Bêjebêje © 2015-2024