Ciwan Haco
Bilûra min
Bilûra min a şêrîn
Tu di sariya sibehê
û Hingûra êvarê de
Evale behevalan
Destbirayê şivan û dilketiyan î
Dengê te hêstirên dilên xemgînan
Silava ji hev-veqetiyan
Girîn û zarîna dilketiyan
Tîne Bîra min
Bilûra min, tu yî
Xemrevîna têrkeserên dinyayê
Dengê bilûra min
Çiya û zozanên bilind
Kaniyên bi gul û rîhan dorgirtî
Guhê şikeft û serê zinaran
Guhdarên te ne
û Sûra bayê xerbî
Te di nav pelên darê de digerînê
Bilûra min, were Em ê
Bi wî çiyayê bilind re
Bi hewa kevin
û Bibin Cîranê bayên xurt
û Hevalê kim tên wan
Yên bi mij û Dûman
û Tê de dengê xwe berdin
û Zarîna dengê me
Bikeve nav kortal û geliyan
û Bêcaniya erdên jêrîn
Bihejîne
û Pêlên ava heftreng
ên xemzebaz
Nalîna me bigehîne
Deşta sirûç û diyarbekirê;
û Beriya mêrxasên berazan
û Kalîna berxan
Tev sehîna hespan
Li me vegerînin
Bilûra min, binêre û bibihîse
Roj Çû ava
Stêra êvarê Bû geş
Kolosên çiyan ên gewr
û Hewraniyên wan ên sor û zêrîn
Bûne Çûn
Û pêlên ava sevê yên res
Ketine dest û newalan
Heta rûyê gir û kepezan
Di qweaca de
Kevir piyê sevgera dixapînin
Û bêdengiya sevê de
Pêjna lingên mêrxasan tên
Bilûra min
Dengê xwe berde!
Dinya, mîna zarokekî bersir
Ket dergûsa xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min
Û jê re bilorîne
Xema wê birevîne
Bilûra min tu î
Xemrevîna terkeserên dinyayê;
Û li rojhelatî
Dema ko dinya hisyar dibe
Ji xwe radibe
Ji me re
Strana azadî û serbestiya
Kurdistanê
Binehwirîne
Û dengê wê stranê, bila
Mîna tîrêjên rojê yên pak û zêrîn
Bikeve nav dil û guhên me
Bilûra min
Tu î xemrevîna dilketîyên welêt