Ciwan Haco
Çavên te
Çavên te reş in lê gidiyê
Reşekî tarî
Bejna te zirav e, dirêj e
Bejna çinarê
Te ez hilandim şêrînê
Te ez hilandim delalê
Were kubarê
Te ez hilandim şêrînê
Te ez hilandim delalê
Were kubarê
Çendî ez geriyam li dinyayê
Min nedît ji hêsna te
Çendî ez geriyam li nav gulan
Min nedît ji rengê te
Te ez hilandim şêrînê
Te ez hilandim delalê
Were kubarê
Te ez hilandim şêrînê
Te ez hilandim delalê
Were kubarê
Meyzeke li rengê buharê
çendî ciwanê
Seyran xweş e, li ser çeman
di nav gul û baxan
Te ez hilandim şêrînê
Te ez hilandim delalê
Were kubarê
Te ez hilandim şêrînê
Te ez hilandim delalê
Were kubarê