Ciwan Haco
Dîlbera qeşeng
Dîlbera qeşneg terhîn û ciwan
Li serî zerzeng di dest de piyan
Dîlbera qeşneg terhîn û ciwan
Li serî zerzeng di dest de piyan
Pêşkêşî min kir meyî ji lêvan
Bi vexwarina de kirim netiwan
Pêşkêşî min kir meyî ji lêvan
Bi vexwarina de kirim netiwan
Pênûs kişabû, birhên kevanî
Çavên şîn neqşîn, rengên çîmanî
Pênûs kişabû, birhên kevanî
Çavên şîn neqşîn, rengên çîmanî
Lêvên roj û dirûv, hiş û giyanî
Hilkir, hilkêşa, ji laş deranî
Lêvên roj û dirûv, hiş û giyanî
Hilkir, hilkêşa, ji laş deranî
Dîlbera nazdar, tak ji rîhana
Bûharên rengîn, mehên gulana
Dîlbera nazdar, tak ji rîhana
Bûharên rengîn, mehên gulana
Giyanên kuvî, dane ser sindana
Wê ew kedî kir, xist nav insana
Giyanên kuvî, dane ser sindana
Wê ew kedî kir, xist nav insana