a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Dîyalog

Bi sûnd bi peyman Ezê nehêlim kûç li ser kûç Kit jê nahêlim Ezê bajar bikim dojeha li ser rûwê erdê Da gawir vegerine ser riya "Ata" yê mezin Bera êdî Şirnex bêje Xwezî bi Dêrsim Geliyê Zîlan Xwezî bi Helebçe De lêxin gurên boz lêxin Kit ji wan nehêlin Bera zanibin cihê şûrê me lê bilind dibe Tu serî xwe ranakin Di xindirnê newala Lêxin "eslanlar" lêxin Mizgîniya mirnê bighênên qulpê xoşkmakên wê Bêjin vaya hat mirina zer Bera ev çiya û zinar nas bikin ez kî me Ez im "Sayar" im nevîxanê mezin Yê "Ata" û yê "Ismet" Pesnê xwe neda Xezeba te ji tirsa nava te ye Alem pesnê xwe bi mirovanîyê, dilovanîyê, zaniyarî dide Tu bi şûr Min gelek dîtin bahozên zer Li vî erdî, gelek nîv mirov Di çav xwe de fêris Di nava xwe de newêrek û bêbext, derbas bûne Gelek hatine bablisokên zer Te basa "xanê" mezin, "Ata" û "lsmet" kir Ew hatin û çûn Lê ez li vir im Ez li vir im Li Şirnexê, Nisêbînê û li Qulpê Ez li vir im Li ber dîwarê birca Amed Ez li vir im mîna Sûrhê me li ser sînga te Mîna dirihê me, di gewrîya te de Di çavên te de, bablîsoka ji agir im Li vir im Mîna Sûrhê me li ser sînga te Birçî, tazî, bi der Serê xwe natewênim Sirûda welat dixwênim Kolonan dadigrim Bi rê ketîye "Meşa Azadiyê" Zindan min kirîye mala rûmetê Dibistana şoreş ê Ez li vir im, bûme dîwarê qalind li ser sînga te Li vir im Nobedarê dara gwîzê me Tûwa li hewşê Nobedarê tenura dayka şêrînim Ez li vir im Hevîrtirşim di legena hevîrê welat de Ez dipêjim nanê "Kurdayetîyê" A'saben min ji cemeda kûra Agrî Di dilê min de dojeha sor Dema ez tî dibim latê dugvêşim Ax nanê mine eger birçîbim Lê dîsa li vir im Bar nakim, her li vir im Sûrha giran im li ser sînga te Ez baz im û hêlîna min bagok û herkol e Ez pêşmerge me, "Egîd" im Dîwarê qalind im li ser bedena te Bipirse ji 'Îskenderê Mezin" Ewê bêje te çend dijware tîra min Ewê bêje te çîroka min Ev çiya carekê rabûne Go hew bitewin Ez li vir im Sûrhim li ser sînga te Li vir im û bang dikim Birayê xwe li pişta xetê Li başûr, li barêş Were ba min ka destê xwe Pişta te me "Sûrha Çîn" Bawer meke gotinê "Marê Zer" Rih dibe bost, lê dijmin nabê dost Paşa yê Kor, Mîrê Rewanduz Mîna Bedirxanê Botan Ne gotin, bakur û başûr Dane ber xwe Ji Dêrsim heta bi Mûsil Gotin em in lawê Mesopotamiya Em in lawê Kurdistan Em in lawê Kurdistan Bibhîsin her kes soza min Li vî xakî min nivîsî ye paşeroja xwe Li vî xakî dinivîsim dîroka roja xwe Li vî xakî jî, ezê binivîsim dehatû ya xwe

Bêjebêje © 2015-2024