a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Diyarbekir

Diyarbekir warê min e Diyarbekir cihê min e Cihê bav û kalê min e Ew mesken û paytaxta min e Cihê bav û kalê min e Ew mesken û paytaxta min e Ew xumxuma ava mezin Diherike û pêl bi lezin Kulê dilêm pê re dibezin Civat û seyrana min e Diyarbekir mala min e Diyarbekir cihê min e Cihê bav û kalê min e Ew mesken û paytaxta min e Li ser sînga te bû ferman Hatin bi te ve xortên ciwan Bi hêbet û bi qehreman Êdî ne ma tirsa giran Diyarbekir mala min e Diyarbekir cihê min e Cihê bav û kalê min e Ew mesken û paytaxta min e Bimrim, bijîm, li dinyayê Li te divegerim carek dine Gul û sosin helweşandin Bi hêstera dîtina te de Diyarbekir mala min e Diyarbekir cihê min e Cihê bav û kalê min e Ew mesken û paytaxta min e Diyarbekir mala min e Diyarbekir cihê min e Cihê bav û kalê min e Ew mesken û paytaxta min e Cihê bav û kalê min e Ew mesken û paytaxta min e

Bêjebêje © 2015-2024