a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Eman dilo

Eman dilo eman dilo Ji derdê yarê ez bi kulo Janê eşqê avêt dilo Dilo û kezeb tev bûne kulo Yar bû kulo ez bûm bilbilo Eman neman neman dilo Eman neman neman dilo Ji derdê yarê ez bi kulo janê eşqê avêt dilo Di ber min re bihûrî û dimeşe Yek li ber min kir wek şeşe Li pêş min kir şeva reşe Bûm wek birîndar û serxweşe Dil û kezeb tev bûn kulo Eman neman neman dilo Eman neman neman dilo Ji derdê yarê ez bi kulo janê eşqê avêt dilo Li nav bexçe meşî û birê ket Por wek herîr li ber bê ket Canê min ma û dilê min pey ket Dil wek tîr û kevan lê ket Ji serê min çû hiş û aqilo Eman neman neman dilo Eman neman neman dilo Ji derdê yarê ez bi kulo janê eşqê avêt dilo Gotin û Muzîk: Yusiv Berazî (Bêbûhar)

Bêjebêje © 2015-2024