a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Eman heylê

Rista mina ji gewhera Ronî dide rengê çira Bira nadî destê bira Min rêkire ji dosta xwera Hay lê hay lê hay lê Şev û rojan ez di meylê Şev û rojan ez di meylê Çavên belek çi mêrkuj in Lêvên sor çi xwînmij in Bisk û kezî çi xwînrij in Dêm û enî pir paqij in Hay lê hay lê hay lê Şev û rojan ez di meylê Şev û rojan ez di meylê Rabe ser xwe bi dilovanî Em derkevin ji zindanê Dest bi destê te hozanê Da em herin Kurdistanê Hay lê hay lê hay lê Şev û rojan ez di meylê Şev û rojan ez di meylê Tu şêrîn î pir ciwan î Lêv ji sorê erxewanî Kê bi vî rengî tu anî Wer di nav destêm danî Hay lê hay lê hay lê Şev û rojan ez di meylê Şev û rojan ez di meylê Gotin: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024