a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Emîne

Emîne, Emîne Nazdar û şêrîn e Emîne, Emîne Nazdar û şêrîn e Bejna te rengîn e Rû wê te zêrîn e Îro tu ji min dûr ket yarê Çavê min te nabîn e Îro tu ji min dûr ket yarê Çavê min te nabîn e Emîne, Emîne Nazdar û şêrîn e Îro tu ji min dûr ket yarê Çavê min te nabîn e Biner li vî alî Meyzeke li vî halî Biner li vî alî Meyzeke li vî halî Min da te sozek ji dil Nebê tu ne yarî Were li cem min rûne yarê Dîtina te şêrîn e Were li cem min rûne yarê Dîtina te şêrîn e Emîne, Emîne Nazdar û şêrîn e Îro tu ji min dûr ket yarê Çavê min te nabîn e Bê kes û hevalim Belengaz û jarim Bê kes û hevalim Belengaz û jarim Bê kar û bê malim çi bikim? ez nikarim Were li cem min rûne yarê Dîtina te şêrîne Were li cem min rûne yarê Dîtina te şêrîne Emîne, Emîne Nazdar û şêrîn e Îro tu ji min dûr ket yarê Çavê min te nabîn e Çarê li ser xwe hilîne Çavê reş negrîne Çarê li ser xwe hilîne Çavê reş negrîne Min ji te re carek gotî Evîna te şêrîn e Were destêm bigre yarê Dilêm bi kewîn e Were destêm bigre yarê Dilêm bi kewîn e Emîne, Emîne Nazdar û şêrîn e Îro tu ji min dûr ket yarê Çavê min te nabîn e

Bêjebêje © 2015-2024