a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Giryan im bes e

Em ji xew rabûn welatim Ez bi qurban im bes e Tev de rabûn Rojhilat im Sebr û saman im bes e Umrê min çû tev di vê rê Roj û şev nal û girî Das û çakûç wa me hildan Qîr û giryan im bes e Ev dema serbestî ye Bindestî îdî çû nema Şad û dilxweş û bilind bim Heps û zindan im bes e Em hemî dost û bira bin Da bibî bax û bihişt Min ji nav baxê cîhanê Bax û bustan im bes e Gotin: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024