a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Gîvara

Gotin: Ji bo serxwebûna welatan û azadîya gelan. Dijî kedxwaran û xwînmijan, tekoşer Gîvara, jiyanek şoreşgerî derbas kiriye. Bîranînek li ser hevalên gelên bindest û alîkarê jîna zehmetkêş Ku bi destê imperyalîstan û çavsoran hatiye kuştin, helbestekê pêşkêş dikin: Stran: Ta îlmê Markîs te xwend Ta îlmê Lenîn te xwend Ta îlmê Markîs te xwend Ta îlmê Lenîn te xwend Ji bo rizgarîyê Dijî kedxwarîyê Ji bo rizgarîyê Dijî kedxwarîyê Gîvara, Gîvara Ey heval Gîvara Gîvara, Gîvara Em zanin ti hatî kuştin Em zanin ti hatî girtin Em zanin ti hatî kuştin Em zanin ti hatî girtin Ji bo welatê xwe Ji bo wî mafê xwe Di ber welatê xwe de Di ber mafê xwe de Gîvara, Gîvara Ey heval Gîvara Gîvara, Gîvara Tu carî te ji bîr nakin Doza te em wenda nakin Tu carî te ji bîr nakin Doza te em wenda nakin Hevalên te hevalê me ne Dijminê te dijminê me ne Hevalên te hevalê me ne Dijminê te dijminê me ne Gîvara, Gîvara Ey heval Gîvara Gîvara, Gîvara

Bêjebêje © 2015-2024