a photo of Ciwan Haco

Ciwan Haco

Gula deviya

Ey gula deviya Ey gula deviya Gulek wunda ye Nav darên bilind Ey gula deviya Ey gula deviya Gulek wunda ye Nav darên bilind Çûkek ber danî Pirsa xwe jê kir Çima tu li jêr î Tu mayî li bin Ev darên mezin Rê li te girtine Ava te vedixwin Ronî ji te dibin Ger tu bimînî Jar û li vir wunda Wê rojek bê te Reng ji te bibin Ey gula deviya Ey gula deviya Gulek wunda ye Nav darên bilind Nava vê deviyê Pir mabûn bê hêz Lê her bilind dibûn Cihê xwe di girtin Tu jî weke wan Bejna xwe hilde Ta ku stêrk û roj Ber xwe bikevin De îro rabe Ey gula şêrîn Bi hêz û bi zor Her biçe berjor Ey gula deviya Ey gula deviya Gulek wunda ye Nav darên bilind

Bêjebêje © 2015-2024